Li Kurdistanê coşa 8'ê Adarê zû dest pê kir

Li Kurdistanê coşa 8'ê Adarê zû dest pê kir

Bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li gelek bajarên bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê şahî hatin lidarxistin. Li navçeya Bismila Amedê jî Navenda Jinê ya Nujîn bi merasimekê hat vekirin. Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, diyar kir ku hevdîtinên li Îmraliyê rê nexşerêyê diyar bike û wiha got: "Yê vê yekê têxe meriyetê jî em in. Ger ku em wisa nêzîk bibin em dê bi ser bikevin." 

BISMIL: Li navçeya Bismilê ya Amedê tekildarî pirozbahiya 8'ê Adarê Roja Jinên Cihanê ji aliyê şaredariya Bismilê ve Navenda Jinêya Nujin bi merasimekê hat vekirin. Di vekirinê de bi 10 hezaran jin amade bûn. Heyeta ku ji Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, Rêveberên BDP'ê yên navendî Wekîla Şaredara Bajarê Mezin a Amedê Hafize Îpek, nunerên EPİDEM, KADEM, DÎKASUM, Ekîn Ceren, Kardelen, aktîvîstên Dayikên Aştiyê pêk dihat, di ketina navçeya Bismilê de ji aliyê 10 hezaran jinan ve hatin pêşwazîkirin. Karwanê heteyê piştî ku ji aliyê girseya jinan ve hat pêşwazikirin bi meşê çûn Navenda Jinê ya Nûjîn. Di meşê de jinan dowîzên "Em hezkirina dikuje naxwazin", "Bijî azadiya jinan", "Azadiya jinê azadiya civakê ye", "Em jina 8'ê Adarê ava kiriye silav dikin" bilind kirin û siloganên "Bijî Serok Apo" û "Jin jiyan azadî" berz kirin. 

Piştî meşê jin gihiştin ber Navenda Jinê ya Nûjîn. Bi girseyî Navenda Nûjîn vekirin. Jin bi cil û bergên xweyên rengîn tev li merasima vekirinê bûn û li pêş avahiyê govend gerandin. Pişti vekirinê Hevserka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, hemû jin silav kirin û komkujiya 3 jinên kurd şermezar kirin. Kişanak anî ziman ku jinê kurd dê her dem di rêya Sakîne de bimeşîn û dê her dem têkoşîna wan bilind bikin. Jinan bi silogana "Jin jiyan azadî" û "Bijî Serok Apo" axaftina Kişanak qud kir. Kişanak, hemû jinên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anî û wiha got: "Birêz Abdullah Ocalan, ji bo Tirkiye demokratîk bibe gavek avêt. Di vê pêvajoya ku li Îmraliyê hevdîtinên çareseriyê û demokrasiyê tê kirin de li Parîsê 3 jinên kurd ên şoreşger hatin qetilkirin. Gelê kurd di rêya azadiyê de bi hezaran bedel dan. Gelê kurd qet û qet bi van kuştinan gavan paşve navêje. Dijberî vê yekê dê bêtir û bi hêztir li têkoşîn û doza Sakîne xwedî derkeve. "

Kişanak, xwet hikûmet rast pêvajoya ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daye destpêkirin bixwîne û nêzîk bibe û wiha berdewam kir: "Bi vê pêvajoya ku derî li rêya diyalog û muzakereyan vebûye divê em nebêjin her tişt xelas bûye. Divê em pişt van gavan jî bînn. Ev pêvajoya avakirina rêveberiya demokratîk û bi destxistina azadîyê ye. Di vê pêvajoyê de bêtir rol û peyvir dikeve ser milê me. Îmraliyê rêyek danî pêş me. Ev nexşerê dê rêya li pêş me ronî û diyar bike. Dievê em vê pêvajoyê têxin meriyetê û piştgiriyê bidin pêvajoyê. Di vê pêvajoya ku li Îmraliyê hatiye destpêkirin û heyetên ku bi Ocalan re hevdîtin pêk anîn de, Birêz Ocalan got ez baweriya xwe ji gel tînim. Got bila gelê me xwe bi rêxsitin bike. Xwest gel li hemberî zilmê serî hilde." 

Kişanak xwest hemû jin xwe li dora Nûjîn kom bikin û xwe bêtir bi rêxistin bikin. Di merasimê de dayika Koçeri Kurt ku 3 zarokên xwe di têkoşînê de windakirine, Şaredara Bismilê Cemile Emînoglu û Cîgira Hevseroka Giştî ya BDP'ê Meral Daniş Beştaş bi hevre Navenda Jinê yağ Nujin vekirin. 

COLEMÊRG: DOKH'ê bi minasebeta 8'ê Adarê li otoparka ber avahiya Rêxistina BDP'ê ya Colemêrgê şahî li dar xist. Serê sibê jin bi kincên gelerî hatin qadê. Li qadê pankratên "Ji Ocalan re azadî ji qirkirinê re na", "Ji Rêber Apo re azadî, ji Kurdistanê re statu", "Bijî rêberiya me ya jinê û yê ku ji bo azadiya jinê berxwe didin", "Ji qirkirina jinê re na" û "Girtiyên di girtîgehan de rûmet me ne" û wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez û posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên BDP, DOKH, PKK, PAJK û YJA-STAR'ê hatin daliqandin. Piştî rêzgirtinê koruya jinan a Navenda Çand û Hûnerê ya Feqiyê Teyran derket ser dikê û şahî bi çoş xist. Serokwekîla Koma BDP'ê Pervîn Buldan, Parlementera BDP'ê Ayla Akat Ata, Hevseroka Rêxisitna BDP'ê ya Colemêrgê Esmer Tekîn, Alîkara Şaredar Hatîce Demîr, Wekîla Serokê Meclîsa Giştî Mehtap Demîrer û bi hezaran jin tevlî şahiyê bûn.

Di şahiyê de ewil Dayîka Aştiyê ya Colemêrgê Fatma Turan bi kurdî axivî û wiha got: "Ez Serok Apo, yên Qendîlê û Wargeha Penaber a Şehdî Rustem Cudî silav dikim. Ez bang li dayîkên leşkeran dikim ku bila bên em bi hev re ji bo aştiyê bixebitin." Pişt re peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hate xwendin. Parlementera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata jî bal kişand ser dîroka jinê û wiha got: "Di nav 2 heyetên çûn Îmraliyê ez û Birêz Pervîn Buldan hebûn. Birêz Ocalan di hevdîtinan de silav ji jinên kurd bi taybet ji dayîkan re şand. Hûn bi tevlîbûna şahiyê silavên Ocalan wergirtin."

Serokwekîla Koma BDP'ê ji bi kurdî jin silav kirin. Jinê li qadê di vê demê de slogana "Bijî Serok Apo" berz kirin. Li ser vê yekê Buldan got, "Min ji we re silavên Ocalan anîn" Buldan, diyar kir ku Ocalan roja jina pîroz kir û xwest ku peyama wî ji wan re rabigihîne û wiha got: "Min ji we re silavên Birêz Ocalan anîn. Birêz Ocalan 8'ê Adara we silav dike. Birêz Ocalan dibêje heta jin azad nebe civak û welat azad nabe. Em ji li vê qadê silavan ji Ocalan re dişînin. Em dizanin ku li Kurdistanê jin çawa dijber hate dîtin. Herî zêde jin û dayîkên Colemêrgê êşa zarokên xwe dizanin. Heke îro em van qadan dadigirin û di siyasetê de cihê xwe digirin ev yek bi saya Birêz Ocalan e. Buldan, da zanîn ku dayîkên Colemêrgê baş dizanin çawa destên zarokên wan hatin şikandin, cenazeyên wan çawa hatin perçekirin. Buldan, anî ziman ku daxwaza wan ew êdî cenaze neyên. Buldan, destnîşan kir ku axaftina wê ya Bedlîsê belavajî kirin û wiha axivî: "Em baş dizanin ku 10 salin AKP çawa êş bi vî gelî dan jiyîn. Ji ber vê yekê daxwaza me ew e ku êdî xwîn neyê rêjandin. Em baweriyê bi AKP'ê na bi Birêz Ocalan tînin. Em jin li pey Birêz Ocalan in. Birêz Ocalan li Îmraliyê bingeha aştiyekî bi rûmet dirêçîn e." Piştî axaftinan Hûnermend Zelal Gokçe derket ser dikê û jin bi çoş xistin.

PEYAS: Li navçeya Peyasê ya Amedê jî Komeleya Jinêya Ceren û Meclisa Jinê bi heman armancê li Mala Komeleyê ya Peyasê şahiyek pêk anî. Di şahiye de gelek jin amade bûn. Cîgira Şaredar Aynur Yilmaz, 8'ê Adarê li tevahiya jinan pîroz kir û bal kişand ser girîngî û rola têkoşîna jinê. 

HEZO: Di pêşengiya DOKH'ê de jinan li qada PTT'ê bi heman armancê şahiya 8'e Adarê pêk anî. Hevseseroka BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut li vir axaftin kir û ji Ocalan re azadî û ji komkujiyê re bes e Piştî axaftinê Jin heta avahiya BPD'ê meşiyan. 

MÊRSÎN: Rêxistina BDP'ê ya Akdenîzê jî bi heman armancê xebat meşandin. Cîgira Şaredara Akdenîzê Makbule Kaplan, bi heman armancê li jinan gul belav kir. 

NISÊBÎN: Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê Hevseroka BDP'ê Zînet Algan, Aktîvistên Dayikên Aştiyê bi heman armancê li jinên ku di nava saziyên sivil ên civaki de dixebitin gul belav kirin. 

ÊLIH: Serokê Şaxa Genel-Îş'ê yê Êlihê Murat Akin jî bi heman armancê li jinên di şaredariyê de dixebitin gul belav kirin. Li Stenbolê Meclisa Jinê ya BDP'a Esenyurtê, Jinên Sendîkaya Îmece û Komîsyona Jinê ya Navenda Çanda Guney li qada Esenyurtê çalakî pek anîn û bang li jinan kir ku tev li çalakiye bibin. Jinan di konê li qada Mecidîye koyê de wêneyên pêşengên jin vekir û rastî eleqeyek mezin hatin. 

AGIRÎ: Li Agiriyê ji jinan li ber avahiya BDP'ê hate Salona Dehwetê ya Mevan a ku şahiyê li dar dixin meşiyan. Jinên BDP'î, Dayîka Sema Yuce Zennure Yuce tevlî meşê bûn. Di salonê de wêneyên Sema Yuce, Zîlan, Viyan Soran hatin daliqandin û slogana "Şehîd namirin" hatin berzkirin. Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Agiriyê Mensure Aslan, di şahiyê de axivî û wiha got: "Ez bi hêviya azadiyê silav dikim û roja 8'ê Adarê silav dikim. Li vir em Birêz Ocalan silav dikin." Pişt re Dayîka Sema Yuce Zennure Yuce, axivî û wiha got: "Ez li vir heta Îmraliyê silavan ji Serok Apo re dişînim. Ez silavên xwe ji gerîla, girtiyan re dişînim."

ÎZMÎR: Rêxistina BDP'ê ya Bornova, jî bi heman armancê li taxa Pinarbaşi ji bo 3 jinen kurd ên li Parîse hatin qetilkirn mewlûd da. Jinan piştî xwendina mewlûdê xwarina mewlûdê li derdorê belav kir. 

ANTALYA: Xwendekarên Zanîngeha Akdenizê jî bi minasebeta 8'ê Adarê li Sûka Olbia meş pêk anîn. Jinan di meşê de bê navber silogana "Jin jiyan azadî" berz kirin û piştî meşê bi cilên neteweyî û erbaneyan govend gerandin. Meclisa Jinê ya BDP'ê ya Antalyayê jî bi heman armancê gora Aynur Yaşli ku bedena xwe dabû ber agir ziyaret tirin û diyar kirin ku dê têkoşîna wê pêş bixin.

STENBOL: Meclîsa Jinan a BDP'ê ya Umraniye jî li avahiya BDP'ê civîn li dar xist. Parlementera BDP'ê Sebahat Tuncel, Rêvebera BDP'ê Semra Demîr û gelek jin tevlî civînê bûn. Piştî rêzgirtinê Tuncel axivî û 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz kir. Tuncel, diyar kir ku rêxistinabûna jinê dê pirsgirêkên civakê çareser bike û wiha got: "Em jin dê li qadan têkoşînê bidin û azadiya xwe qezenc bikin."