Li Kurdistan û Tirkiyeyê qirkirina siyasî: Gelek kes hatin binçavkirin
Li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de bi ser gelek malan de hate girtin û gelek kes hatin binçavkirin.
Li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de bi ser gelek malan de hate girtin û gelek kes hatin binçavkirin.
Li Stenbolê polîsan serê sibehê bi ser gelek malan de girt. Hat zanîn ku di serdegirtinên malan de herî kêm 10 kes hatine binçavkirin. Kesên hatine binçavkirin birin Midûriyeta Emniyeta Stenbolê.
Navên hin kesên hatine binçavkirin bi vî rengî ne: “Endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) Parêzer Yûsûf Gorucu, endamê Meclîsa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Omer Gorunmek, Gulbahar Herdem Fîlîzer, Ahmet Ozboganli, Guney Yildirim, Tûrgût Guvener, Cezmî Guçîn, Ridvan Guçîn, Yavûz Alinçer û Adem Yildiz.”
RIHA
Di serdegirtinên malan ên li Rihayê hatin kirin de, endamên Meclîsa Ciwanan a HEDEP’ê ya Rihayê Enes Rakim û Mûstafa Ozkan hatin binçavkirin.
Hat diyarkirin ku dibe hejmara kesên hatine binçavkirin, zêde bibe.
Ciwanên ku hatine binçavkirin, bi parêzerên xwe re hevdîtin kirin. Hat diyarkirin ku sedemê binçavkirinan “Meşa Azadiyê” ye ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ber bi Gemlîkê ve hatibû lidarxistin.
Hat diyarkirin ku di dema serdegirtinê de Enes Rakim hatiye derpkirin.
ŞIRNEX
Endama Meclîsa Şaredariya Silopiya ya di rêveberiya HDP’ê de Aysel Sarûhan di çarçoveya lêpirsînekê de ku navenda wê Amed e, ji bo îfade dayînê çûbû Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê. Lê li wir hate binçavkirin.