Li Kraliyeta Yekgirtî bi hezaran bijîşk di grevê de ne

Li nexweşxaneyên Kraliyeta Yekgirtî bi deh hezaran bijîşkan ji bo zêdebûna meaşan greveke sê rojî dan destpêkirin.

Li Kraliyeta Yekgirtî enflasyonê ji sedî 10 derbas kiriye û grevê li ser gelek pîşeyan kir.

Xebatkarên rêya hesinî, hemşîre, polîsên sînor û mamosteyan ji bo zêdebûna meaş dest bi grevê kirin. Hikumetê dest bi muzakereyên bi xebatkarên rêya hesinî û hemşîreyan kir û wê Çarşema bê, hikumet budçeya xwe pêşkêş bike. Tê payîn ku yek ji çalakiya herî mezin a sendîkayê were kirin. Tê diyarkirin wê li Londrayê jî meşek were kirin.

Bijîşkan jî dest bi grevê kirin. Endamên sendîkaya BMA li pêşiya nexweşxaneyan standên grevê vekirin. Tê payîn grev sê rojan bidome. Hate ragihandin bi deh hezaran bijîşk di grevê de ne.