Li Kopenhagen, London û Helsînkî protestoyên komkujiya Enqereyê
Li paytexta Danîmarka Kopenhagenê, li paytexta Îngilîstan Londonê û li paytexta Fînlandiya Helsînkî, komkujiya Enqereyê hat şermezarkirin.
Li paytexta Danîmarka Kopenhagenê, li paytexta Îngilîstan Londonê û li paytexta Fînlandiya Helsînkî, komkujiya Enqereyê hat şermezarkirin.
Li paytexta Danîmarka Kopenhagenê, li paytexta Îngilîstan Londonê û li paytexta Fînlandiya Helsînkî, komkujiya Enqereyê hat şermezarkirin.
KOPENHAGEN
Li paytexta Danîmarka Kopenhagenê, bi beşdariya bi sedan kesan saet di 14:00 de li ber Konsolosxaneya Tirkiyeyê ya li Kopenhagenê mîtîngek şermezarkirinê hat lidarxistin.
Mîtînga ku ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve hat organîzekirin, bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo mirovên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, destpê kir.
Ji beşdarên mîtîngê Parlamenterê Partiya Yekîtiya Sor-Kesk a Danîmarkayê Nîkolaj Vîllûmsen da xuyakirin ku pişt vê hovîtiyê Erdogan û ekîba wî heye. Vîllûmsen anî ziman ku ji Erdogan û ekîba wî, ji ber ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de têk çûn, êrîşên xwe yên li hemberî Kurdan zêde kiriye û anî ziman ku ew bêdengiya Serokwezîrê Danîmarkayê Lars Lokke Rasmûssen a li pêşberî vê komkujiyê fêm nake û şermezar dike.
Alîkarê Şaredarê Gladsaxe Serdal Benlî jî êrîşên dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê yên piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê hatin şidandin, lenet kir. Benlî ragihand, ku li pişt hovîtiya li Enqereyê hat kirin, AKP û yên pê ve girêdayî hene.
Ji endamên meclîsa şaredariya Frederîksberg Pernîlle Frahm a ji Partiya Gel a Sosyalîst da zanîn, ku Erdogan ditirse û tengav bûye. Frahm ragihand ku ew vê komkujiya hovane şermezar dike û ragihand ku ew jî weke yek ji endamê komîteya çavdêriyê, wê hilbijartinên 1'ê Mijdarê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bişopînin.
Piştî mîtîngê, bi sedan kes ji bo xwedî li HDP'ê derkevin û dengê xwe bi kar bînin, li ber Konsolosxneyê ketin rêzê.
LONDON
Li paytexta Îngilîstan Londonê, bi pêşengiya Yekîtiya hêzê ya Demokratîk, li ber Serokwezaretiyê daxuyaniyek hat dayîn. Tevî endamên rêxistinên girseyî yên demokratîk ên koçber, kom û sendîkayên Îngilîz zêdeyî 10 hezar kes beşdarî vê çalakiyê bûn.
Girseya gel piştî daxuyaniya li ber Serokwezaretiyê, dest bi meşê kir û ji kolanên herî qelebalix ên Londonê derbas bû û xwe gihand pêşiya avahiya BBC. Li vê derê bi qîrîna dirûşmeyan, AKP û Erdogan ahtin şermezarkirin.
Duh êvarê jî li ser banga Koordînasyona Jinan a Brîtanyayê, jinên HDP'yî li Trafalgar Sqûare, xwepêşandaneke protestoyî lidar xistin.
HELSÎNKÎ
Li paytexta Fînlandiya Helskînî, bi qasî 200 aştîxwazên Kurd, Tirk û Fînî li ber Dêra Spî kom bûn û omkujiya li Enqereyê şermezar kirin. Girseya gel mirovên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, bibîr anîn. Di merasîma bîranînê de bi qurnefîl û findan nîşaneya aştiyê hat çêkirin û hat destnîşankirin ku daxwaza aştiyê û hêviyên mirovên jiyana xwe ji dest dane, wê ti carî venemirin.