Li Kopenhagê rejima Îranê hate şermezar kirin

Li Kopenhagê rejima Îranê hate şermezar kirin

Darvekirina girtiyên siyasî ên Kurd ji aliyê rejima Îslamî ya Îranê ve li ber parlementoya Danîmarkayê bimitîngekê hate şermezar kirin.

Ji bo protestokirina darvekirina girtiyên siyasên Kurd di 26’ê Cotmehê de Hebîbulah Gulperîpûr û Riza Îsmaîlî û her wiha roja 4’ê Mijdarê darvekirina Şêrko Marifî ji aliyê rejima Îslamî ya Îranê ve, li ber Parlementoyê ya paytextê Danîmarka Kopenhagê mitîngek hate li darxistin.

Mitînga ji aliyê Partiya Jiyana Azad ya Kurdistanê (PJAK) ve îro di demjimêr 13.00’an de hate li darxistin. Mitînga ku bi armanca rayagiştî û parlementoya Danîmarkayê li hemberî darvekirinên rejima Îranê hişyar bike hate li darxistin, endamên Meclisa Şaredariya Kopenhagê Alan Ehmed û Lars Aslan Rasmussen axivîn û darvekirin şermezar kirin. Endamên meclisê bang li hikumeta Danîmarkayê kir ku hişyar be.

Di mitîngê de li ser navê Federasyona Komeleyên Kurd ên li Danîmarkayê Fey-Kurd, PJAK- Hizba Azadîxwaz, Ereb Elehwaz, Partiya Gel ya Bellûcî û Partiya Ceyşol daxuyanî hatin kirin.