Li Kopenhagê mîtînga ‘Her cîh Efrîn e’

Li Kopenhagê Kurd û dostên wan berxwedana Efrînê silav kirin û sucên mirovî yên dewleta Tirk protesto kirin.

Li paytext Kopenhag a Danîmarkayê, bi şîara ‘Her der Eferîn e, her der berxwedan e’ mîtînga navendî hat lidarxistin. Bi sedan Kurdistanî tevlî çalekiya ku bi pêşengtiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk û Meclîsa Jinan a Sêvê ve hate lidarixstin, bûn. Di çalekiyê de, bang li Hikûmeta Danîmarka hat kirin ku li hemberî dewleta Tirk a sucên însanî dike bêdeng nemîne û bikeve nava tevgerê.

 ‘ŞOREŞGERÊN YPG/YPJ’Ê HATIN SILAV DIKIM’

Parlementerê Partiya Yekîtiya Kesk û Soran Soren Sondergaard yê ku di mîtîngê de mafê axaftinê girtî got biryara agirbesta NY’ê standî Sûriyê bi giştî digire nava xwe û nêrazîbûn nîşanî pêkneanîna dewleta Tirk a vê biryarê da.

Sondergaard, berxwedana şoreşgerên YPG/YPJ’ê ya li Rojava, Kobanê û Efrînê silav kir.

Li ser navê Platforma Efrînê nûnerên PYD, Partiya Pêşverû û Partiya Yekîtiya Kurdên Sûrî mafê axaftinê girtin û wiha gotin; divê li her derê piştgirî bê dayîna berxwedana Efrînê.

Mîtîng bi dirûşmên 'Bijî Serok Apo', 'Bijî berxwedana Efrînê', 'Bijî YPG/YPJ' bi dawî bû.