Li Kopenhagê bi hezaran kes ji bo Efrînê meşiyan
Êrîşên qirkirin û dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrînê li paytexta Danîmarka Kopenhagê bi çalakiyekê hate şermezarkirin.
Êrîşên qirkirin û dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrînê li paytexta Danîmarka Kopenhagê bi çalakiyekê hate şermezarkirin.
Meşa Kurdistaniyên li Danimarkayê dijîn li pêşiya Parlamentoya Danimarkayê bi mîtînga saet 14:00’an dest pê kir.
Piştî mîtîngê gel ber bi navenda bajêr ve meşiyan. Meşa ku zêdetirî 3,500 kes beşdar bûbû, heta Qada Şaredariyê dewam kir.
Meşa gel bi banga tevlîbûna çalakiyên sibê seat 12:00’an li pêşiya sefaretxaneyên DYA û Rûsyayê bi dawî bû.