Li Kopê leşker-polîsan avêtin ser gund: 9 kes hatin binçavkirin
Li Kopê, leşker û polîsên Tirk avêtin ser gundê Kekelî û 9 kes kirin bin çavan.
Li Kopê, leşker û polîsên Tirk avêtin ser gundê Kekelî û 9 kes kirin bin çavan.
Polîs û leşkeran danê vê sibehê bi maşînên zirxî avêtin ser gundê Kekelî yê navçeya Mûş Kopê. Li gundê ku ji aliyê bi dehan polîs û leşkeran ve hat dorpêçkirin, malên her kesên endamê komîsyona gund rastî serdegirtinê hatin. Di serdegirtinan de welatiyên bi navê Ayhan Hasçelîk, Nûsret Akan, Omer Taş, Îsmaîl Demîrcî, Alî Kahraman, Erhan Taşdemîr, Nûrettîn Kirmizitaş, Tahîr Taşdemîr û Siracettîn Akilli hatin binçavkirin. Polîs û leşkeran avêtins er malên Seyîthan Guzel, Ercan Şîmşek, Ozkan Akbaş, Maşallah Çiplak û Şahîn Helvaci û hat ragihandin ku ev welatî ne li malê bûn.
Bîrgul Şîmşek diyar kir ku di dema serdegirtina mala wan de zarokê wê yê nexweş, ji ser hişê xwe çûye.
Polîs û leşkeran, 9 kesên kirin bin çavan birin Qereqola Jendermeyan a Kopê. Hat ragihandin, ku fikar hene hejmara binçavkiriyan zêde bibe.