Li Kop û Yuregîrê coşa 15’ê Tebaxê
Li Kop û Yuregîrê coşa 15’ê Tebaxê
Li Kop û Yuregîrê coşa 15’ê Tebaxê
Li navçeya Kop a Muşê û navçeya Yuregîr a Edeneyê 29’emîn salvgera 15’ê Tebaxê hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyan de şoreşa rojav hat slavkirin û bihezaran kes tevli bernameyê bû.
Li navçeya Kop a Muşê 15’ê Tebaxê bigirseyî hat pîrozkirin. Parlamenterê Muşê yê BDP’ê Demîr Çelîk, endamê BDP PM Sirri Sever, Rahmî Çelîk ûMetîn Bîngol, serokê BDP’a Muşê Naîf Erol, hevsrokên navçeya BDP’ê Mahînur Taş û Nusret Fîlist, Şaredarê Kop û Melezgîrê jî di nav de bi sedan kes ji BDP’a navçeyê berbi termînala wesayîtan meşiyan.
Pankarta ‘Em Xweseriya Demokratîk silav dikin’ hate vekirin û her wiha bê navber dirûşmeyên ‘Bijî serok Apo’, ‘PKK gel e gel li vir e hat berzkirin. Her wiha posterên Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan û Mahsum Korkmaz, Mazlum Dogan û endamê konseya leşkerî Kadîr Çelîk hat hildan.
Pîrozbahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Hevserokê BDP’a Kopê Nusret Fîlîz ûŞardarê Kopê Ziya Akkay axaftin kirin û komkujiya Rojava şermezar kirin û her wiha 15’ê tebaxê silav kiin. Serokê BDP’a kopê Mahînur Taş helbestek xwend û serokê BDP’a Muşê Naîf Erol axaftinek kir û got: “Gelê kurd bi têkoşîna di 15’ê texabê destpêkiriye hatiye vê rojê. Îro li her çar paçeyê Kurdistanê gelê me têkoşînek mezin dide û ez berxwedana wan silav dikim.
Parlamenter Demîr Çelîk jî diyar kir ku komkujiya li hemberî kurdan ji 1600’î destpêkiriye û heta hat avêtin kurd hatibûn asta tunebûnê. Di rupela mirovahiyê de cihê wan tunebû. Kurd ji aliyên dîktaron ve hatibûn tunekirin.
Piştî axaftinan şahî bi stranên hunermendên herêmî berdewam kir.
Li Yuregîr a Edeneyê jî li taxa 19 Mayisê şolek pêk hat. Serokê BDP’ê yê navendê, endama meclisa jinan a BDP’ê Suzan Kiliç, nûnerên BDP’ê, endam DOKH, KURDÎ-DER, TUHA-DER, MEYADER, YDG-H û dayikên Aştiyê jî di nav de bi sedan kes tevli bû. Di çalakiyê de pankart hat vekirin û jin, zarok û ciwan bi cil û bergên xwe yê gelerî tevli bûn.
Posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê li qadê hatin daliqandin.bername bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Serokê BDP’a Yuregîrê Mehmet Bayram axivî û got: “15’ê Tebaxê vejîna kurdane.rizgariya hemû kurdan e. Ez ji vir ji hemû kurdan re silavê dişînim.
Serokê BDP’a Edenê Ugur Bayrak jî gel silav kir û li ser girîngiya 15’ê Tebaxê sekinî. Piştî axaftinan hunermendên NÇM’ê derketin ser dîkê û heta derengiya şevê bername berdewam kir.