Li Konyayê di êrişa nijadperest de Kurdek hate kuştin

Li navçeya Meramê ya Konyayê komeke nijadperest a ji 60 kesan pêk dihat êrişî malbateke Kurd kirin. Di êrişê de Hakîm Dal hate kuştin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê li Çariklikoya Merama Konyayê êrişî malbateke ji Amedê hate kirin. Ev malbat 20 sal in li wir dijî. Komeke ku ji 60 kesan pêk dihat bi çekan êrişî malbata Kurd kirin. Di êrişê de Hakîm Dal (43) hate kuştin. Hate diyarkirin nijadperestên li Karahuyukê dijîn berê jî gelek caran gef li malbatê xwarine.

‘JI BER KU EM KURD IN ÊRIŞÎ ME KIRIN’

Hamdî Dal ê ku birayê Hakîm Dal e diyar kir ji ber ku ew Kurd in êrişî wan hatiye kirin. Dal got “Ji ber ku em Kurd in, ji me hez nedikirin. Digotin ‘Divê hûn deran bifiroşin’ û biçin. Gundên derdorê zext li me dikirin û dixwestin em ji vir biçin. Berê jî gef li me dixwarin. Bi şev li erdeke vala ya gundê me dema şivanan pez diçêrandin nîqaş çêbû. Piştî nîqaşê komeke ku ji 60 kesan pêk tê ji Karahuyukê bi çekan hatin. Bi tivingê li pismamê dan. Em sê kes bûn, şerê şivanan kirin hincet û êrişî me kirin. Birayê min di êrişê de hate kuştin.”

‘MUXTAR CESARET DIDA ÊRIŞKARAN’

Şahidê bûyerê Mehmet Emîn jî diyar kir ku ev ne êrişa pêşîn e û got “Malbat debara xwe bi xwedîkirina heywanan dike. Ji zû ve ye li vî gundî dijîn. Berê jî 3 caran hewl dabûn êrişî malbatê bikin. Muxtar gundî li hemberî malbatê sor dikir. Muxtar hate destgîrkirin. Ji xeynî wî kes nehatiye destgîrkirin.”

Li Taxa Bahçeşehîr a Merama Konyayê jî di 12’ê Tîrmehê de êrişî malbateke Kurd hatibû kirin. Koma nijadperest gotibû ‘Em nijadperestên Tirk in, em ê nehêlin hûn li vir bijîn’ û êrişî malbatê kiribû. Di vê êrişê de 4 jê jin 7 kes bi giranî birîndar bûbûn.