Li Afyonê êrîşî karkerên Kurd kirin, 7 kes birîndar in

Karkerên ji Amed û Mêrdînê ji bo karkeriya demsalî çûbûn Afyonê, ji ber ku bi Kurdî axivîne, gotin ‘terorîst’ û êrîşî wan kirin. Di êrîşê de 7 kes birîndar bûne.

Li bajarokê Dereçîne ya Sûldandagi ya Afyonê karkerên çandiniyê yên demsalî çûn berberê, êrîşên nîjatperestiyê hate kirin. Di êrîşê de 2 jinên li derve sekinî, 7 kes ji serê xwe û cihên cuda yên laşê xwe birîndar bûn. Birîndar piştre rakirin nexweşxaneyê.

Yek ji pismamê êrîş li ser hate kirin Nûrûllah Aba yê ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî got: “Ji karkeran Îsmaîl Tan û pispamê wî Alî Tan ji bo porên xwe biqusînin diçin berbera muxtar. Li vir muxtar ji wan dixwaze xwe bike rêz. Ciwan jî dikevin rêzê. Lê her kesê tê li pêşiya wan diçe. Lê tevî 2 saet jî derbas dibin, rê nadin bikevin hundir. Ciwan jî pirs dikin bê ka çima dor ji wan dirin, li ser vê dibêjin hûn ‘terorîst in, li vir Kurdî daxivin’ êrîşî ciwanan dikin. Ji ciwanan Îsmaîl Tan li wesayîtê siwar dikin û dibin daristanê. Li vir lê didin û dikişînin kamerayê. Ez niha dizanim ku destê Tan şikestiye. Alî Tan jî ji destê wan direve. Li ser agahî dayîna malbatê û hatina wir bûyer mezin dibe. Li vir bi daran 2 jê jin li 7 kes birîndar dibin. Rewşa birîndaran ne krîtîk e.”

Aba diyar kir ku êrîş bi zanistî hatiye kirin, ji ber ku Kurd in û bi Kurdî axivîne ‘terorîst’ hatine dîtin û êrîşî wan hatiye kirin. Aba anî ziman ku 3-4 roj in heman tişt ji wan re tê gotin, êrîş bi zanabûn û bi pilan hate kirin.

Parlementera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu jî bûyer li ser hesabê xwe yê medya dijîtal parve kir diyar kir ku sedemê esasî yê êrîşê, zimanê desthilat bikar tîne û polîtîkaya tê meşandine.