Li Kolombiyayê bi hezaran kesî tundiya polîsan şermezar kirin

Li Kolombiyayê, li dijî tundiya polîsan û polîtîkayên hikumetê bi hezaran kes ji nû ve daketin qadan.

Piştî ku polîsan 9'ê Îlonê di dema destgîrkirina kesekî de zordarî û tundî kir û gelek dîmenên têkildarî bikaranîna debanceya bi ceyranê li medya mecazî hatin weşandin, hêrsa gel zêde bû.

Di dîmenan de dihate dîtin ku kesê hatiye destgîrkirin, bavê du zarokan gelek caran dibêje 'ji kerema xwe re bisekinin'. Piştî vê tundiya polîsan, kesê 43 salî yê bi navê Javîer Ordonez jiyana xwe ji dest dabû. Tê gotin ku li qereqolê jî li wî xistine. Piştî ku nerazîbûn mezin bû, dadgeriyê biryar da ku her du polîs bên girtin.

Piştî vê bûyerê bi 11 rojan, Duşemê li paytext Bogotayê bi pêşengiya sendîka û xwendekaran ji nû ve bi hezaran kes daketin qadan.

Li dijî çalakgeran bombeyên gazê hatin bikaranîn û çalakgeran jî bi keviran bersiv dan êrişa polîsan. Li bajarên Medellîn û Pastoyê jî çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin.

Polîsan îdîa kirin ku di 142 xwepêşandanên li gelemperiya welêt de 5 hezar û 600 kes tevlî bûn. Lê belê tê texmînkirin ku hejmara rastî ji vê gelekî zêdetir e.

Meha Îlonê li Bogotayê gelek xwepêşandan hatibûn lidarxistin. Di xwepêşandanên piştî kuştina Ordonez de polîsan gule li xwepêşandêran reşandibûn û 12 kes qetil kiribûn. Têkildarî van êrişan gelek lêpirsîn hatin destpêkirin. Di çalakiyên şermerzarkirinê de bi dehan qereqolên polîsan ji aliyê çalakgeran ve hatin şewitandin.