Li Kolnê polîsên Elman amadekariyê êrîşan dike
Li kolnê polîsên Elman ji bo meşa bi deh hezaran bide rawestandin amadekariyên êrîşê dike. Ciwan bi posterên mezin ên Ocalan û qîrkirina dirûşman ve bersiv didin.
Li kolnê polîsên Elman ji bo meşa bi deh hezaran bide rawestandin amadekariyên êrîşê dike. Ciwan bi posterên mezin ên Ocalan û qîrkirina dirûşman ve bersiv didin.
Kurd, Tevgerên Çepên Tirkiyeyî, derdorên demokratîk ên Elman, Ermenî, Çerkez, Asûrî Sûryanî û Elew ên li Elmanya dijîn ji bo tevlî meşa Efrînê bibin di saetên sibehê de li Kolnê kom bûn. Meş bi dirûşma “Li dijî mêtîngerî û dagirkirinê her cih Efrîn e, her cih berxwedan e” saet 11:00’an li Ebertplatzê destpê kir. Meşa ku qasî saetek dom kir. Polîsan li pişt Dêra Dom a dîrokî bi hinceta posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşiya girseyê girtin. Di meşa dem bi dem alozî derket de, polîsan bi qaz û tomayan pêşiya girseyê girt. Bi hezaran polîsa amadekariyê êrîşan dike.
Tevahiya meşê tevî hemû gef û aloziyan ciwanan posterê Ocalan bilind kirin û dirûşmên “Bijî Berxwedana Efrînê” û “ Bijî Serok Apo” qîr kirin.