Li Kolnê Kurdistanî êrîşên dewleta Tirk û Elman protesto dikin

Li kolanên bajarê Kolnê Elmanyayê dirûşmeya ‘Bijî Berxwedana Efrînê’ tê berzkirin. Gel  êrîşên dewleta Tirk û qedexeya polîsên Elman protesto dikin.

Bi armanca protestokirina êrîşên dewleta Tirk yên li ser Efrînê bi tevlîbûna deh hezaran kes li bajarê Koln ê Elmanyayê bi dirûşmeya “Li dijî helwdanên mêtîngerî û dagirkeriyê her cih Efrîn e, her cih berxwedan e” meşek hate lidarxistin.

 Meş seat 11:00’an li pêşiya Eberplatzê bi tevlîbûna sedhezaran kesî dest pê kir û bajar veguherandin cihê çalakiyê.

Polîsê Elman vekirina Wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hîncet nîşan da û meş qedexe kir. Polîsan qad bi panzer û TOMA yan  dorpêç kir û li pêşiya meşa gel bûn asteng.

Piştî astengkirina meşê bi hezaran kes li kolanên Kolnê belav bûn. Gel li gelek navendan bi dirûşmeyên ‘Bijî Berxwedana Efrînê’ , ‘Bijî Serok Apo’ polîtikayên êrîşkar yên dewleta Tirk û Elman protesto dikin.

Gelek kolanên tarfîkê yên bajêr hatin qepatkirin û seferên trenê hatin rawestandin.

Çalakiya Kurdistaniyan li kolanên Kolnê didome, polîs bi TOMA’yê êrîşî gel dike..