Li Kolnê konsêrek ji bo piştevaniya li Rojava hate lidarxistin
Li Kolnê ya Elmanya bi mebesta kampanyaya ‘’Ji bo Rojava Projeya Nexweşxaneyeke Seyyar’’ konsêreke piştavaniyê hate lidarxistin.
Li Kolnê ya Elmanya bi mebesta kampanyaya ‘’Ji bo Rojava Projeya Nexweşxaneyeke Seyyar’’ konsêreke piştavaniyê hate lidarxistin.
Gelek hunermend û axaftvan tevlî konsêrê bûn. Berdevka Projeyê Hamîde Akbayir û li ser navê NAV-DEM a Kolnê, Heyva Sor a Kurdistanê Rojvan Bîlgen axivî. Di axaftinê de behsa giringiya projeyê hate kirin û bal kişandin ser rewşa siyasî ya aktuel a Rojava.
Di konsêra piştevaniyê de Dengê Xwezayê, AnyWay, Koma Folklorê ya Baran, Koma Folklorê ya Pontos-Yewnan, Gehorwasche, Denîz Deman jî hazir bûn. Kabaretîst Fatîh Çevîkkolu jî di konsêrê de amade bû.
Di nav çarçoweya kampanyayê de heta niha gelek malzemeyên tibî û piştevaniya madî veguhaztin saziya ‘Cadus’ê ku navenda wê li Berlînê ye.