Li Kolnê ji bo Rojava projeya "Nexweşxaneya Mobîl"
Li bajarê Kolnê, ji bo Rojava projeya "Nexweşxaneya Mobîl’ hat destpêkirin. Ji bo piştgiriya projeyê bangawazî hat kirin.
Li bajarê Kolnê, ji bo Rojava projeya "Nexweşxaneya Mobîl’ hat destpêkirin. Ji bo piştgiriya projeyê bangawazî hat kirin.
Li bajarê Elmanya Kolnê, nûnerên CADUS (saziya piştgiriyê), NAV-DEM-Koln û Endamê Heyva Sor a Kurdistanê ya NRW’ê li hev civiyan. Civîn ji bo piştgirîdayîna projeya projeya "Nexweşxaneya Mobîl" a beriya niha li Berlînê hat destpêkirin, pêk hat.
Reveberê CADUS'ê Sebastîan Junemman da xuyakirin, ku çeteyan di destpêka şerê li Rojava de Nexweşxane hedef girtine, lewma wan projeya "Nexweşxaneya Mobîl’ dane destpêkirin. Junemman destnîşan kir ku ew ê bi vê projeyê re baştir ji bo Rojava û Şengalê bibin alîkar.
JI BO PROJEYÊ BANGA PIŞTGIRIYÊ
Nûnerên NAV-DEM-Kolnê Hamîde Akbayir û Yaşar Ertaş wiha axivîn: "Em ê ji bo projeya 'Nexweşxaneya Mobîl' hemû saziya re hevdîtina pêk bînin. Armanca me ew e ku em projeyê bigîhinin havînê. Ji ber vê yekê em bang li her kesî dikin ku piştgiriyê bidin kampanyayê."
Li ser navê Heyva Sor a Kurdistanê ya NRW Vahdettîn Kiliç diyar kir ku wê piştgiriyê bidin vî karî.