Li Kolnê ji bo mîtînga mezin a hilbijartinê bang

Komîteya Amadekariyê ji bo mîtîna hilbijartinê ya ku wê sibe li Kolnê bê lidarxistin daxuyaniyek da, ji bo mîtîng bi girseyî bê kirin, banga divê her kes rola xwe bilîze hate kirin.

Komîteya Amadekariyê têkildarî mîtînga sibe ku wê li bajarê Koln ê Elmanyayê bê lidarxistin, daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku divê bi awayekî xurt di serî de Kurd û dostên wan her kes tevlî mîtînê bibe.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin divê ji hemû qadan bi awayê konvoy berê xwe bidin qada mîtîngê, ji bo kesên ku astengiyên hatinê hebe, divê ev astengî bi teqez bên derbaskirin û tevlîbûna wan ji bo mîtîngê bê kirin.

Dîsa li ser tevnên civakî yên mîna Facebook, Twîtter, Istagram û WhatsAppê qala girîngiya tevlîbûna mîtîngê bê kirin.