Li Kolnê dengdayîn di roja 5. de ye
Li Kolnê dengdayîna ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê dewam dike. Xuyaye hejmara beşdaran ji hilbijartinên 7'ê Hezîranê zêdetir e.
Li Kolnê dengdayîna ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê dewam dike. Xuyaye hejmara beşdaran ji hilbijartinên 7'ê Hezîranê zêdetir e.
Li Kolnê dengdayîna ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê dewam dike. Dengdayîna ku di 8'ê Cotmehê de destpê kir, wê heta 25'ê Cotmehê bidome. Xuyaye hejmara beşdaran ji hilbijartinên 7'ê Hezîranê zêdetir e. Tevî vê yekê jî hînê, tevlîbûna tê hêvîkirin pêk nehatiye.
Li herêma Kolnê 5844 kesan dengê xwe bi kar anîne. Di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de li herêma Kolnê, tevî dengên gumrukê 50 hezar mirovan dengê xwe bi kar anîbûn. Di vê hilbijartinê de jî ji bo ev hejmar ji nû ve were bidestxistin, divê rojane herî kêm 2500 kes dengê xwe bi kar bînin.
Muşahît û endamên koordînasyonê yên HDP'yî, li cihê dengdayînê, bi lixwekirina kincên reş û qurdeleya reş re, komkujiya li Enqereyê şermezar kirin. CHP'yiyan jî destek dan vê.
HDP'YÎ LI HEV CIVIYAN
Li aliyê din, xebatên ji bo bilindkirina rêjeya dengên HDP'ê dewam dikin. Di roja Yekşemê de, HDP'yî di xwarina taştê ya li Navenda Çanda Elewiyan a Hurth'ê civiyan. Kombûn bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo mirovên li Enqereyê jiyana xwe ji dest dan, destpê kir. Piştre girseya gel bi awayekî komî çû dengdayînê. Ji van hilbijêran Bulent Kara û malbata Felek Çelebî ya ji Kerboranê, sedema dayîna dengê xwe ji bo HDP'ê, ji ANF'ê re vegotin.
'ME DENGÊ XWE DAN XWE'
Çelebî got, "Me dengê xwe dan xwe. Em ji derdora Kerboranê ne. Em îro hatin vê derê ji bo dengê xwe bi kar bînin. Ji bo guhertina rejîma Tirkiyeyê, ji bo azadî û biratiya gelan me dengê xwe dan xwe.
'EGER EM WINDA BIKIN, WÊ ROJÊN REŞ LI TIRKIYEYÊ SERDEST BIN'
Endamê Navenda Elewiyan a Hurthê Kara, komkukjiya li Enqereyê şermezar kir û got, "Ev hilbijartin ji 7'ê Hezîranê girîngtir e. Hilbijartinek ku wê çarenûsa Tirkiyeyê diyar bike. Eger em bi ser bikevin, wê Tirkiye ji rejîma dîktatoriyê rizgar bibe. Eger em winda bikin, wê rojên tarî li Tirkiyeyê serdest bin. Ji ber vê yekê, çi ji destê kê tê divê bike."