Li Kolnê bankayek hat şêlandin
Li ser Cadeya Olpener a li Taxa Hohenberg a girêdayî bajarê Koln ê Elmanyayê Bankaya Sparkasse ji aliyê kesekî ve hat şêlandin.

Piştî xebatkarên bankayê li polîsan geriyan bi dehan polîsên tax dorpêçkirin li şêlanker geriyan.
Li gor agahiyên polîsan li ser îxtîmala ku şêlanker xwe di dibistaneke li Schulstrasse veşêre polîsan derdora dibistanê dorpêç kirine û di dibistanê de lêgerîn kirin.
Di tevahiya lêgerînê de polîsan destûr nedan xwendekar dibistanê terk bikin û malbatên xwendekaran nêzî dibistanê nekirin. Piştî lêgerîna du saetan destûra xwendekaran hat dayîn.
Li ser îxtîmala ku mimkun e şêlanker bi çek be, mirov hatin hişyarkirin.
Polîsan diyar kirin ku bejna şêlanker 175-180 ye û pir baş bi Elmanî diaxive.