Li Koln û Stuttgartê karê ji bo hilbijartinê dewam dike

Ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, karê li Ewropayê dewam dike.

Li bajarên Koln û Stuttgartê yên Elmanyayê, HDP'yî karê xwe yê ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê didomînin.

KOLN

HDP'yiyan li Kolnê serdana malan kirin û belavok xistin qutiyên nameyan.

Serdana malan ji aliyên Platforma Hilbijartinê ya Porz û Meclîsa Jinê ya Viyan ve hatin kirin.

HDP'yî li ser serdan û karê xwe ji ANF'ê re axivîn û diyar kirin ku karê wan gelekî erênî derbas dibe. HDP'yiyan gotin, "Roj roja geşkirina têkoşînê ye. Li dijî zilm û zordariyê divê em li her cihî weke dildarên HDP'ê karê hilbijartinê bikin."

STUTTGART

Endamên Platforma Hilbijartinê ya HDP'ê ya Stuttgartê jî belavok belav kirin.

Endamên platformê, nameya Selahattîn Demîrtaş a ji bo dengdêrên li derveyî welat nivîsandiye weke belavok li dengdêran belav kirin.

Koma ji şeş kesî, 4 saetan li herêma Stuttgart-Bad Cannstattê bi hezaran belavok belav kirin.

Ev kar wê heta dawiya hefteyê bidome.