Li Koln, Basel û Cenevre ji ciwanan çalakî

Ciwanên Kurd li Koln, Basel û Cenevre ji bo şermezarkirina polîtîkayên şer ên AKP’ê li qadan bûn.

Ciwanên Kurd li Koln, Basel û Cenevre ji bo şermezarkirina polîtîkayên şer ên AKP’ê li qadan bûn.

KOLN

Çalakiyên însiyatîfa Ciwanên Apoyî li gelek welatên Ewropayê dewam dikin. Li bajarê Koln ê Elmanyê di pêşengiya jinên ciwan de çalakiya daliqandina pankartê pêk hat. Jinên Ciwan bi dirûşma, “Azadiya Rêber Apo azadiya me ye” li qada navendî ya Heûmarkt pankart daliqandin.

Di çalakiyê de wiha hat gotin, “Heta ku ciwanên Apoyî hebin, heta azadiya fizîkî ya Rêbertiya me pêk bê wê li Ewropa û tevayî Kurdistanê çalakiyên me dewam bikin.”

BASEL

Însiyatîfa Ciwanên Apoyî weke li gelek bajaran li Basel jî çalakiya bi pankart pêk anîn. Ciwanan diyar kirin ku wê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qebûl nekin. Ciwanan pankarta mezin li cadeya navendî daliqandin û çalakî pêk anîn.

CENEVRE

Li bajarê Cenevre yê Swîsreyê Însiyatîfa Ciwanên Apoyî li sê pirên girîng ên Cenevreyê pankarta 5 metre dirêj daliqandin. Bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, êrîşên faşîst ên li Tirkiye û Kurdistanê çalakiya daliqandina pankartan pêk hat. Di pankartan de bi Fransî û Îngîlîzî “Dewleta Tirk û AKP terorîst e, Ji Ocalan azadî ji Kurdistanê re azadî” hatibû nivîsandin.

Çalakvanan her wiha metneke nivîskî ya têkildarî êrîşên dewleta Tirk û AKP’ê yên li hember Kurdan û xweparastina gelê Kurd a li hember van êrîşan ji çapemeniya Swîsre re şandin. Însiyatîfa Ciwanên Apoyî diyar kirin ku wê çalakiyên wan bidomin. 

...