Li Kocaelî li hemberî meşa jinan êrîşa nîjadperest

Li Kocaelî li hemberî meşa jinan êrîşa nîjadperest

Komên nîjadperest xwestin bi dirûşm û tekbîran meşa ji aliyê Platforma Jinan a Kocaelî ji bo Kobanê dihat lidarxistin asteng bikin.

Platforma Jinan a Kocaelî, ji bo balê bikişînin ser êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê û bi armanca piştgiriya ji Kobanê re ji Xana Kar a Şaredariyê heta Parka Mafê Mirovan meşek li dar xist. Di meşê de komên faşîst bi tekbîr û dirûşmayan xwestin meşê asteng bikin. Tevî êrîşên komên nîjadperest jî jinan li ber Parka Mafê Mirovan meşa xwe temam kirin. Piştî daxuyaniya li wir jin bi komî derbasî avahiya Şaxa Egîtîm Sen a Kocaelî bûn.

Komên nîjadperest ên li ber avahiya şaxê kom bûn, li wir jî heqaret kirin. Jinên di avahiya şaxê de asê man, piştî polîsan bend danîn û tedbîr girtin ji avahiyê derketin.