Li Kobanê wesayîteke bombebarkirî hat îmhakirin
Li Kobanê wesayîteke bombebarkirî hat îmhakirin
Li Kobanê wesayîteke bombebarkirî hat îmhakirin
Li gel pevçûnên dijwar ên li rojhliatê Kobanê, çeteyên DAIŞ'ê xwestin bi wesayîteke bombebarkirî êrîşekê bikin. Êrîş, bi îmhakirina wesayîta bombebarkirî ji aliyê hêzên YPG'ê ve hat astengkirin.
Li eniya rojhilat a Kobanê, di navbera hêzên YPG/YPJ û çeteyên DAIŞ'ê de bi dijwarî şer dewam dike.
Çeteyên li pêşberî berxwedana mezin a hêzên YPG/YPJ'ê tengav bû, îro danê êvarê hewl dan bi wesayîteke bombebarkirî êrîşê bikin.
Şervanên YPG/YPJ ên bi êrîşê hesiyan, gule li wesayîtê barandin û wesayîta bi bombeyan barkirî îmha kirin. Di dema îmhakirina wesayîtê de gelek çeteyên li derdor û nêzî wesayîtê hatin kuştin. Der heqê hejmara miriyan de agahiyeke zelal bi dest neket.