Li Kobanê şerên pir dijwar! - LEZGÎN

Li Kobanê şerên pir dijwar! - LEZGÎN

Çeteyên DAIŞ’ê ji her sê eniyan ve bi dijwarî êrîşî bajarê Kobanê dike.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên ANHA’yê ji herêmê ragihandin, ji saet 05:00’ê vê sibehê ve çeteyên DAIŞ’ê ji enîyên başûr, rojava û rojhilatê Kobanê ve careke din dest bi êrîşê kirin.

Nûçegihanan ragihand ku vê gavê li her sê eniyan jî di navbera şervanên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şer û pevçûn ên pir dijwar rû didin û der barê pevçûnan de agahiyên zelal nayên bidestxistin.