Li Kobanê şerê dijwar
Li Kobanê şerê dijwar
Li Kobanê şerê dijwar
Şerê ku di navber hêzên YPG/YPJ'ê û çeteyên DAIŞ de li gundê Qeremoxê destpê kiriye bênavber didome. Hêzên YPG/YPJ'ê li gundê Eynbetê tankek çeteyan rûxand.
Ji gundê Bîrereb a Kobanê Sebîha Salih ku ji ber êrîşên çeteyan gundê xwe vala kir diyar kir ku hemû ciwanên gund ki bo li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer bikin tevlî YPG/YPj'ê bûn. Salih anî ziman ku gundê Cerebê jî hatiye valakirin û got ku xwarziyê wê Şeref Reşîd ku li dora gundê Qeremoxê pezê xwe diçêrand ji hêla çeteyan ve hatiye revandin. Salih bilêv kir ku çeteyan malên wan wêran kirine.
TANKA DAIŞ HAT RÛXANDIN
Şerê ku li derdora gundê Qeremoxê destpê kiriye bênavber didome. Hêzên YPG/YPJ'ê li dijî çeteyên DAIŞ'ê yên li gundê Eynbetê bicih bûne çalakî pêk anîn û di vê çalakiyê de tankekî çeteyan hat rûxandin. Bi teqandina tankê re dû li ser gund bilind bû.