Li Kobanê şer li sê eniyan bi dijwarî didome

Li Kobanê şer li sê eniyan bi dijwarî didome

 

 Li aliyên rojava, başûr û bi taybetî li rojhilatê herêma Kobanê şer û pevçûn bi dijwarî didomin.

Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ku ev mehek e bi dijwarî didomin. Li hemberî van êrîşan şervanên YPG û YPJ bi piştgiriya gelê herêmê bi derfetên xwe yên kêm liber xwe didin û derbeyên giran li çeteyan didin.

Li gorî agahiyên ji herêma Kobanê hatine wergirtin, şer û pevçûn hê jî bi dijwarî didomin. Şerê herî giran li eniya rojhilat diqewimin.

Beriya niha Çapemeniya YPG'ê bi daxuyaniyekê diyar kiribû ku hêzên wan ji şevê din ve heta niha derbeyên giran li çeteyên DAIŞ'ê dane û gelek nuqteyên setratejîk li rojavayê herêmê û li bajarê Kobanê ji destê çeteyan derxistine.

Di daxuyaniyê de hatibû diyarkirin “ li eniya rojava jî şervanên me li gundê Til Şeîrê li dijî çeteyan operasyonek dan destpêkirin. Di encama operasyonê de gundê Til Şeîr û girê stratejîk ê nêzî gund ji çeteyan hat paqijkirin. Di vê operasyonê de 4 çete hatin kuştin. Hêzên me li vê derê jî dest danîn ser 2 çekên BKC û keleşnîkofekê û 3 cenazeyên çeteyan jî ketin destê hêzên me."