Li Kobanê ji hêzên YPG/YPJ'ê çalakiyên bi bandor
Li Kobanê ji hêzên YPG/YPJ'ê çalakiyên bi bandor
Li Kobanê ji hêzên YPG/YPJ'ê çalakiyên bi bandor
Di roja 63. a berxwedana Kobanê de, çeteyên DAIŞ'ê yên dijminê mirovahiyê, derbên giran ji YPG/YPJ'ê dixwin. Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê diyar kir ku li eniya rojhilat 5, li eniya rojava jî 7 çete di şer û pevçûnên dawî de hatine kuştin.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da zanîn ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên bi armanca dagirkirina Kobanê û berxwedana li dijî van êrîşan di roja 63. de dewam dikin. Navenda Çapemeniyê da zanîn ku çalakiyên hêzên YPG/YPJ'ê yên li navenda û derveyî bajarê Kobanê li dijî çeteyan didomin.
Li gorî daxuyaniya navendê, encama pevçûnên dawî yên li Kobanê bi vî rengî ye:
"Li eniya rojhilat li herêmên Sukul Hal, qada Azadiyê û li Kolana Şaredariyê hêzên me duh bi şev li dijî komên çeteyan çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de 5 kuştiyên endamên çeteyan hat tesbîtkirin.
Li eniya başûr jî roja derbasbûyî piştî ku hêzên me êrîş kirin û herêmên ji destê çeteyan rizgarkirin xebatên lêgerînê dabûn destpê kirin. Di encama van xebatan de 5 cenazeyên çeteyan, 4 keleş, gelek guleyên BKC û keleşan, rext û 2 bêtêl ketin destê hêzên me.
Li rojavayê Kobanê li derdora gundên Minaze û Izea de hêzên me li dijî komên çeteyan duh bi roj û şev 2 çalakiyên cuda li dar xistin. Di van çalakiyan de jî 7 kuştiyên çeteyan hat tesbîtkirin."