Li Kobanê di êrîşa çeteyan de sivîlekî jiyana xwe ji dest da

Li Kobanê di êrîşa çeteyan de sivîlekî jiyana xwe ji dest da

Di êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya bi çekên giran de, duh li Kobanê sivîlekî bi navê Ehmed Mihemed Îsmaîl jiyana xwe ji dest da.

Çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî hêzên YPG/YPJ'ê derbên giran dixwin, êrîşên xwe yên bi çekên giran ên li hemberî sivîlan dewam dikin. Di êrîşa duh a çeteyan de li Kobanê welatiyê sivîl ê bi navê Ehmed Mihemed Îsmaîl ê 48 salî jiyana xwe ji dest da. Di êrîşa bi çekên giran a li rojavayê bajêr de bavê 6 zarokan Îsmaîl ê ji gundê Xurxurê bi giranî birîndar bû û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Îsmaîl duh êvarê hat veşartin.

Çeteyên DAIŞ'ê yên derban ji YPG/YPJ'ê dixwin, di rojên dawî de êrîşên xwe yên bi hawan û topan ên li hemberî navenda bajêr û herêma Til Şeîr li dijî sivîlan zê dekirin. Di êrîşa hawanan a beriya çar rojan de li Til Şeîr û navenda bajêr, zarok jî di nav de 4 sivîlan jiyana xwe ji dest dabûn, 16 kes jî birîndar bûbûn.