Li Kobanê 18 çeteyên El Nûsra hatin kuştin
Li Kobanê 18 çeteyên El Nûsra hatin kuştin
Li Kobanê 18 çeteyên El Nûsra hatin kuştin
Li dora gundên Qurdînê, Qînê û Dugurmanê yên girêdayî Kobanê di encama pevçûnên di navbera hêzên YPG’ê û komên Dewleta Îslamî/Eniya El-Nusra de 18 endamên heman koman hatin kuştin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di saetên êvarê de komên Dewleta Îslamî/Eniya El-Nusra xwestin êrîşî gundê Qurdînê ku 30 kîlometre dikeve Rojavayê Kobanê bikin. Li ser bersivdayîna YPG’ê li derveyî gund pevçûn derketin. Di encama pevçûnan de 3 êrîşkar hatin kuştin. Di pevçûna li ber benzînxaneya dikeve rojavayê gundê Qinê ku li heman herêmê ye de jî, 11 çekdar hatin kuştin. Hate ragihandin ku li gundê Dugurmen ku 30 kîlometre li rojavayê Kobanê û kîlometreyekê dikeve başûrê bajaroya Şiyox jî 4 endamên komên çekdar hatine kuştin. Pevçûnên li herêmê didomin.