Li Kleve û Weselê êrîşên çeteyên PDK’ê ya li Şengalê hate protestokirin
Bi armanca protestokirina êrîşên çeteyên PDK’ê ya li ser Şengalê, li bajarên Kleve û Wesel ên Elmanyayê çalakî hatin lidarxistin.
Bi armanca protestokirina êrîşên çeteyên PDK’ê ya li ser Şengalê, li bajarên Kleve û Wesel ên Elmanyayê çalakî hatin lidarxistin.
Êrîşên lihevkirina AKP-PDK’ê ya li ser Şengalê, li bajarên Kleve û Wesel ên Elmanyayê meş û mîtîngek hate lidarxistin.
KLEVE
Li Herzogstr a Kleve di saet 16:00’an de bi sedan Kurdistanî êrîşa çeteyên girêdayî PDK’ê ya li ser Şengalê protestokirin.
Di çalakiyê de Hevserokê Meclîsa Kleve Nîhat Polat axivî, diyar kir ku di demekî ewqas êrîş li ser gelê Kurd tê kirin de, êrîşa çeteyên girêdayî PKD’ê nayê qebûlkirin.
Plat bibîr xist ku PDK ya ku dema çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kir welatî terka qedera wan kirin û reviyan îro li dijî YBŞ ya ku weke yekan hêza parastina Şengalê ye dike. Polat wiha got: “Yên ku di dema êrîşa DIŞ’ê de gel terka qirkirinê kir, îro ji bo birayê xwe qetil bike êrîşan dike. Ev hewldana îxanetê ya ku wê ti carî di dîrokê de neyê jibîrkirin, qet qebûl nakin. Em bang li PDK’ê dikin ku lihevkirinên xwe yên qirêj ên li gel AKP’ê bi dawî bikin û daxwaz dikin ku vegerin li eniyên Kurdan de li dijî dijminê Kurdan şer bikin.”
WESEL
Di heman saetê de li bajarê Wesel ê nêzî Kleveyê, li ser banga Mala Êzidiyan nêzî 300 Kurdistanî kom bûn, êrîşa PDK’ê protesto kirin. Hevşaredarên Mala Êzidiyan Perîşan Talay û Bişar Çelîk diyar kirin ku ew qet van êrîşan qebûl nakin, êrîş şermezar kirin.