Li Kirgizistanê çalakiya piştevaniya ji bo Kobanê
Li Kirgizistanê çalakiya piştevaniya ji bo Kobanê
Li Kirgizistanê çalakiya piştevaniya ji bo Kobanê
Kurdên li paytexta Bîşkek a Kirgizistanê dijîn bi armanca êrîşên DAIŞ’ê protesto bikin çalakî pêk anîn.
Li qada Bajar a Bîşkek daxuyaniyek hat dayîn û bi sedan kes tevlî bûn. Serokê Komeleya Yekîtiya Kurdan Ramazan Seyîdov daxuyanî xwend.
Seyîdov da zanîn ku her kesê ji xwe re dibêje ez mirov im divê komkujiya DAIŞ’ê ya li ser Kurdan qebûl neke û kî li dijî vê komkujiyê bêdeng bimîne hevkarê vê komkujiyê ye.
Seyîdov destnîşan kir ku divê êrîşên hewayî yên hêzên koalîsyonê zêdetir bi hêz bin û ji Herêma Federal a Kurdistanê daxwaz kir ku ji bo alîkariyê bişînin Kobanê divê korîdor bê vekirin.
Seyîdov bal kişand ser çalakiyên piştgiriyê yên Bakurê Kurdistanê û divê çalakî zêdetir bilind bin.
Seyîdov got ku ew wek Kurdên Kazakistanê wê li dijî komkujiyê bêdeng nemînin û diyar kir ku wê daxwazên xwe yên ji bo Kobanê bikin nivîskî û ji Sefaretxaneyên Tirkiye, DYA û Bîşkekê re bişînin.