Li Kastamonûyê erdheja 4.2

Li Kastamonûyê erdheja 4.2

Li gundê Bedîrgerîşa Navçeya Îhsangazî ya Kastamonûya Tirkiyeyê erdheja pêla wê 4.2 rû da.

Li gorî agahiyên Enstîtuya Lêkolînkirina Erdhejê ya Rasathaneya Kandîllî ya Zanîngeha Bogazîçîyê, li gundê Bedîrgerîşa navçeya Îhsangazî ya Kastamonûya Tirkiyeyê di demjimêr 00:43 de, erdheja pêla wê 4.2 pêk hat. Erdhej 5.3 kîlometre di kûrahiya de qewimî. Erdhej ji bilî Îhsangazîyê li navenda Kastamonûyê û navçeyên wê jî hate hîskirin. Li gorî agahiyan ziyanê can û mal çêne bû. Ji ber erdhejê gel kete nava metirsiyê.