Li Kassel û Hanaûyê têkildarî hilbijartinan semîner hatin lidarxistin

Li Kasselê ji bo hilbijartinên 24’ê Hezîranê bi sernavê “Em Tirkiyeyeke çawa dixwazin?’ semîner hate lidarxsitin. Li Hanaûyê jî têkildarî hilbijartinan civîna gel hate lidarxsitin.

Li bajarê Kassel û Hanaû yê Elmanyayê têkildarî hilbijartinên 24’ê Hezîranê civîn û semîner hatin lidarxistin. Kurdistaniyên li Kasselê dijîn û demokratên Tirkiyeyê ji bo hilbijartinên 24’ê Hezîranê bi sernavê “Em Tirkiyeyeke çawa dixwazin?” semîner hate lidarxistin. Panel duh li Burgerhaûs-Phîlîpp-Scheîdeman-Haûsê ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kassel (NCDK),Federasyona Komeleya Karkerên Demokrat (DÎDF) û Federasyona Yekîtiya Elewiyên Elmanyayê (AABF) hate organîzekirin. Semîner saet 18:00’an dest  pêkir û moderatoriya wê Dr. Melaht Kûtûn kir.

QALA GIRÎNGIYA DENGÊN LI EWROPA HATE KIRIN

Li ser navê HDP’ê Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, ji AABF’ê Ozgur Oz û ji DÎDF’ê Huseyîn Avgan beşdarî panelê bûn. Beşdarvanan qala girîngiya dengên Ewropa yên ji bo hilbijartinên 24’ê Hezîranê yên Serokkomartî û parlamenteriyê kirin.

Piştî nirxandinan beşa pirs-bersiv hate kirin. Piştre sînevîzyona têkildarî hilbijartinên 24’ê Hezîranê hate nîşandan û hunermend Damla Okûr û Koma demhat Tîrêj derketin ser dikê heta derengiya şevê stranên xwe pêşkêş kirin.

HANAÛ

Li Hanaûyê li Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Agiriyan têkildarî 24’ê Hezîranê civîna gel hate lidarxistin. Civîna gel ji aliyê Komîsyona Hilbijartinê ya Hanaûyê ve hate lidarxistin û Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz beşdarî civînê bû. Sariyîldiz axivî û got hilbijartin ji bo wan xwedî girîngiyekê ye û wiha domand; “Ji bo hilweşandinda dîktatoriya Erdogan, li Tirkiyeyê li dijî rejîma yek zilamî, takekesî erekeke mezin dikeve ser milê me.

Erka me ya destpêkê bi tekez divê em dengê xwe bidin. Bi tekez divê em li xizmên xwe yên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê bigerin û ji bo deng dayînê îqna bikin. HDP partiyeke ku nûnertiya hemû gelan dike, divê em ji bo partiya jiyana hevpar HDP’ê di serî de malbat û hemû kesên li derdora xwe bibin ser sindoqan. Dengek tenê jî kulmeke hêsin ya xistina dîktatoriya Erdogan e”. Piştî axaftinê civîna gel bi pirs-bersiv dewam kir.