Li Kassel, Freîbûrg û Grazê çalakiyên ji bo Ocalan

Li bajarên Kassel û Freîbûrgê yên Elmanyayê û li bajarê Grazê yê Awûstûryayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hatin lidarxistin.

Li bajarên Kassel û Freîbûrgê yên Elmanyayê û li bajarê Grazê yê Awûstûryayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hatin lidarxistin.

KASSEL

Kurdistaniyên li bajarê Kasselê yê Elmanyayê dimînin, ji bo tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin, li ber avahiya şaredariyê li hev civiyan. Çalakiyê saet 17'an dest pê kir û ji ber ku polîsan xwestin poster û flamayên Ocalan ên di destê çalakgeran de ne ji wan bistînin, alozî derket. Di bûyerê de ciwanek hate destgîrkirin.

Çalakgeran ev rewş protesto kirin û rêya tramvayê ya li ber avahiya Şaredariyê li trafîkê girtin. Pişî ku ciwanê destgîrkiî hate berdan, çalakî qediya.

FREÎBÛRG

Li bajarê Freîbûrgê, gelek Kurdistanî li meydana Alte Synagoge li hev civiyan û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Girseya gel bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Tenduristiya Ocalan tenduristiya me ye" û "Bê Serok jiyan nabe" ber bi navenda bajêr ve meşiyan. Piştre jî daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Di daxuyaniyê de fikarên li ser tenduristî û ewlekariya Ocalan hatin ziman û hate destnîşankirin ku divê dewleta Tirk tavilê dest ji vê polîtîkaya xwe ya tecrîdê berde. Her wiha bang li hêzên navneteweyî jî hate kirin ku bi hesasiyet tevbigerin û nebin şirîkê vî sûcî. Çalakger piştî daxuyaniyê heta ber meydana Alte Synagogeyê meşiyan û dawî li çalakiyê anîn.

GRAZ

Li bajarê Graz ê Awûstûryayê Kurdistanî li Sudtrolplatzê li hev civiyan û tecrîd şermezar kirin.

Di çalakiyê de ji bo Ocalan dirûşm hatin qîrîn û alên YPG, PKK'ê hatin vekirin.

Hevserokê Civaka Azad Halîs Sever li qada çalakiyê axivî û diyar kir ku çalakiyên wan wê dewam bikin.