Li kantona Îtalyan a Swîsre çalakiya Kobanê

Li kantona Îtalyan a Swîsre çalakiya Kobanê

Li bajarê Lugano yê kantona Îtalyan Tessîn a Swîsre Kurdistanî û dostên wam ên hatin gel hev xwedî li berxwedana Kobanê derketin. Gelek sazî û dezgehên Swîsreyî û Îtalyan jî piştgirî dan meşê.

Li bajarê Lugano yê kantona Îtalyan Tessîn a Swîsre çalakiya xwedîderketina li Kobanê hat lidarxistin. Di mîtînga piştî meşê de piştgiriya dewleta Tirk a ji DAIŞ re hat şermezarkirin, hat xwestin korîdor bê vekirin û şervanên YPG-YPJ’ê bên destekkirin.