Zeynep Avci hikumxwareke siyasî ye, ku 21 sal in di girtîgehê de ye. Ji sala 2010'an û vir ve, ji ber 'cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê' li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Enqereyê, di hucreya şexsekî de tê girtin.
Ji ber atmosfera siyasî ya li welêt, zextên siyasî yên li girtîgehan jî gelekî zêde bûne. Li hucreyên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê zêdeyî 6 gardiyan 'lêgerînê' dikin û eşyayên girtiyan ji hev dixînin. Pirtûkên ku piştî kontrola îdareyê radestî girtiyan tên kirin, di dema lêgerînê de bi gotina 'qedexeyî ne' tên desteserkirin.
Li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê rengên qehweyî û kesk jî hatiye qedexekirin. Pêkanînên kêfî yên li vê girtîgehê derketiye asta herî bilind. Kinc û eşyayên ji kontrolê derbas bûne, gelek caran tên desteserkirin û li girtiyan tên vegerandin.
Xuya ye rêveberiya girtîgehê qîma xwe bi van pêkanînan neaniye, niha jî çav berdaye êmên çûkên girtiyan. Êmên çûkan bi gotina 'em ê analîz bikin' ji aliyê rêveberiyê ve hat desteserkirin. Her wiha firotina êmê çûkan li kantîna girtîgehê hatiye qedexekirin. Girtiyên jin ji bo xwedîkirina çûkên xwe, niha li benda 'analîz'kirina êmên hatine desteserkirin e.
Zeynep Avci ya li Girtîgeha Girtî ya Sîncanê tê girtin, nameyek şand û bi rêya ekîba gorulmustur.org ev nameya wê gihîşti ber destê me.
Avci di nameya xwe de got, "Nameya ku we di 21'ê Kanûnê de şandine, gihîşt ber destê min. Qert gelekî xweş bûn, spasiya we dikim 'malbata Okay'. Baş e ku hûn hene mirovên bedew.
Li vî cihê biçûk û teng, zêdeyî 6 gardiyanan 'lêgerîn' kirin. Ya rast ev ne lêgerîn bû, belavkirina derdorê bû. Hatine dest deynin ser pirtûkên ku li gorî wan 'qedexe' ne. Halbûkî her tişt berî bigihêje vê derê ji ber destê wan derbas dibe. Her carê tiştekî peyda dikin!! Rengê 'qehweyî' jî xistine lîsteya xwe ya QEDEXEYAN! Di dema lêgerînê de tîşortên min ên ji bo havînê rahiştin. Min sedema wê pirsî. Gotin 'rengê qehweyî qedexe ye'. Min jî got, 'Ji xwe we dan û ev yek tîşort e. Hem ji rengê fanîla ye'. Wan jî gotin, 'Xem nîne, qehweyî ye, rengê kamûflajê ye, qedexe ye. Ji malbatên xwe re bêjin, bila ji van rengan neşînin!'..
Piştî hewldaneke demdirêj a îqnayê min tîşortên xwe ji wan stand, lê vê carê jî qazaxê min ê ji rengê kesk xwestin. Xuya ye kêfa wan tê dest deyne ser her tiştên bi xweşiya wan naçe. Ji ber ku her gardiyan di heman demê de li heman cihî lêgerînê dikin, her yek dixwaze dest deyne ser tiştekî. Ya herî komîk jî, ya rast ya herî trajîkomîk jî ew e, çûkên min (Çîrok û Zerda) madeyên qedexe bi kar tînin, lê haya min jê nîne.
Dema êmên Çîrok û Zerda ji kantînê dikirim, ji poşet vala dikim hundirê tasikekê. Min dît, yek ji gardiyanan ketiye nava êm û bi berfirehî lêgerînê dike. Got, 'Ez ê van bibim'. Min got, 'çima?' Got, 'ez ê analîz bikim'. Min kir nekir nekarî jê bistînim. Em ê li bendê bin, bê analîz kengî were, yan jî wê di nava wî êmî de çi bibînin!"