Li Kanedayê pîrozbahiya Newrozê

Li Kanedayê pîrozbahiya Newrozê

Kurdên li Kanedayê dijîn cejna Newrozê pîroz kirin.

Kurdistaniyên li bajarê Montreal a Kanedayê dijîn bi şahiyekê Cejna Newrozê pîroz kirin û piştgirî dan peyam Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Di şahiyê de Hozan Delîl, Hozan Raso û hunermendên herêmê bi stranên xwe derketin ser dikê û nêzî hezar Kurdistanî tevlî pîrozbahiyê bûn.

 Parlementerê Partiya Nû ya Demokratîk a (NDP) ya sosyalîst José Nunes-Melo, li ser navê şaredariya Montrealê Daniela Chivu û Mary Deros û hin berdevkên partiyan beşdar bûn û piştgirî dan gelê Kurd.,

Parlementerê BDP’ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder jî bi telefonê beşdarî şahiya bi daxwaza “Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re Statu” bû  û bi Kurdî û Tirkî Newroza gelê Kurd li Kanedayê pîroz kir.