Di meşên 1'ê Gulanê yên li Kanada û Îtalyayê de gelek Kurdistanî amade bûn. Di çalakiyan de Yekîtiya Ewropa (YE) û dewleta Tirk hatin şermezarkirin û berxwedana xwerêveberiyê hat silavkirin.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
duşem, 2 gulanê 2016, 13:33
Di meşên 1'ê Gulanê yên li Kanada û Îtalyayê de gelek Kurdistanî amade bûn. Di çalakiyan de Yekîtiya Ewropa û dewleta Tirk hatin şermezarkirin û berxwedana xwerêveberiyê hat silavkirin.
TORONTO
Li bajarê Toronto yê Kanadayê, Kurd bi wêne û pankartên xwe xwe beşdarî meşa 1'ê Gulanê bûn. Meşa ku mirovên ji gelek welatan tevlî bûn, li kolana herî qelebalix a bajêr Yong&Dandas'ê pêk hat. Tevî şert û mercên nebaş ên hewayê jî bi hezaran kes beşdarî meşê bûn. Meş piştî dayîna daxuyaniya çapemeniyê bi dawî bû.
MONTREAL
Li bajarê Montreal ê Kanadayê, bi beşdariya Komîsyona Jinên Kurd, komên antî-kapîtalîst, anarşîst û komunîst, 1'ê Gulanê hat pîrozkirin. Di pîrozbahiya li herêma Le Sqûare Phîllîps de peyama KJK'ê ya li ser 1'ê Gulanê hat xwendin. Zêdeyî hezar kes beşdarî pîrozbahiyê bûn. Polîsan li hemberî vê pîrozbahiyê bombeyên gazê bi kar anîn û gelek kes binçav kirin.
MÎLANO
Li bajarê Mîlano yê Îtalyayê, Kurdistanî jî di nav de bi hezaran kes li Qada 24'ê Gulanê li hev civiyan û 1'ê Gulanê pîroz kirin. Di çalakiyê de polîtîkayên kirêt ên Yekîtiya Ewropa û Dewleta Tirk di ser penaberan re dimeşînin hatin şermerzarkirin.
Serokê Komeleya 'Ber bi Kurdistanê ve (Verso Kurdistan)' Antonîo Olîverî li çalakiyê axivî û Yekîtiya Ewropa û dewleta Tirk şermezar kir. Olîverî got, "Tirkiye, pereyê ji Ewropayê distîne, ji bo bombekirina gelê Kurd bi kar tîne." Olîverî berxwedêrên xwerêveberiyê yên li Bakurê Kurdistanê silav kir.
Meşa ku alên PKK'ê jî lê hatin vekirin, li ber stasyona trenê bi dawî bû.