Li kampek ya îltîcayê ya li Stuttgartê ciwanek Kurd hate qetilkirin
Li kampek ya îltîcayê ya li Stuttgartê ciwanek Kurd hate qetilkirin
Li kampek ya îltîcayê ya li Stuttgartê ciwanek Kurd hate qetilkirin
Li kampek ya îltîcayê ya li qesabeya Kirchheim ya ser bi Stuttgarta Almanyayê ciwanekî Kurd hate qetilkirin.
Kesek yê eslê xwe ji Cezayîrê ku hate îdîakirin ji aqlê xwe hinek kême 13’ê Adarê roja Çarşemê li derdora demjimêr 20.00’an, bi du kêran ketiye hundirê odeyê û hate diyarkirin ku, gef li du ciwanên Kurd kiriye.
Ciwanên Kurd jî fikirîn ku nerihetiyek wî heye agahiyê didin polîsan. Piştî îxbarê polîs hatin û navê kesê Cezayîrî qeyt kirin û çûn.
Berê jî di derbarê kesê navborî de prosedur hatiye destpêkirin, lê ji ber îdîaya aqilê wî hinek kême nehatibû darezandin. Ciwanên Kurd jî piştî wê rojê ji rêveberiya kampê daxwaz dikin ku odeya wan biguherin. Hate diyarkirin ku, lê belê rêveberiya kampê di derbarê vê mijarê de çi hewildan nekirine.
Piştî roja Pêncşemê li derdora demjimêr 12’an de li odeyê pevçûn derdikeve û ciwanên Kurdan careke din serî li rêveberiya kampê didin, daxwaza guhertina odeyê dubare dikin. Dema ku ciwanên Kurd li ber buroya kampê radiwestiyan rastî êrîşa biker ya 3 kesan tên. Di encam êrîşê de ji ciwana yek jiyana xwe ji dest dide, yên din jî ji cihên xwe yên cûda birîndar dibin.