Li kampan li penaberên Elewî şîdet

Li kampan li penaberên Elewî şîdet

Penaberên Elewî yên ku ji ber şerê navxweyî yê Sûriyeyê reviyan û hatin li kampên Tirkiyeyê bi cih bûn ji ber ku rastî şîdetê hatin li kolanan dijîn. Rêxistinên Elewiyan da zanîn ku ji ber şîdetê penaberên elewî naxwazin vegerin kampan.

Penaberên Elewî ku ji ber zextên çeteyên El Nusra welatê xwe terk kirin û hatin Tirkiyeyê, li kampan rastî şîdetê hatin.  Penaberên ji aliyê walitiya Stenbolê ve li kampan hatin bicihkirin, ji neçarî li parkan disitirin.

Çîroka penaberên Elewî ya kampan bi xof e. Penaberên nexwestin navê wan bê aşkera kirin û wêneyê wan bê kişandin, dan zanîn ku li kampan El Nusra û OSO’yiyan ew lêpirsîn, îşkence  kirin û ya herî xerab jî tecawizê jinan kirine.

Serokê Komeleya Elewiya Dogan Demîr ji rojnameya Cumhuriyetê re axivî û da zanîn ku li kampê penaberên Elewî rastî şîdet û tecawizê hatine û got: “Me me xwest em wan li malên cemê bi cih bikin. Penaberên Elewî destpêkê bi xwe bawer nekirin û piştre bi tirsa tecawiz û şîdetê jiyane.”

 Di meha tebaxê de gelek saziyên Elewî çûn alîkariya penaberên Elewî yên li parka dijîn û penaber di konên ku li dora mala cemê hatine avakirin de hatine bicihkirin.

Zextên  li ser penaberan evqas zêdeye ku, li cihên ku hatine bi cih kirin û derdora konên hatine avakirin jî ewlehiya xwe digirin. Polîsan jî ji ber êrîşên dibe  pêk were tedbîr girtine.

Lê ev zext û şîdetê nade rawestandin.  Penabereke ku di konên ku PSKD’ê vekiriye de dimîne ji rojnameya Cumhuriyetê re axivî û navê xwe venegot wiha got: “Şevekê muxalîfan bi ser mala min de girtin. Wêneyên Hz. Alî û Esad li mala min dîtin. Ez revandim. Çar rojan îşkece li min kirin. Keça min jî ji aliyê heman kesan ve hat revandin.”

JI PENABERÊN ELEWÎ RE KAMPA CUDA NÎNE

Tirkiyeyê ji bo sedhezaran penaberî kamp ava kiriye û ji bo penaberên Elewî jî cihekî bi ewle nayê avakirin. Ji ber tirsa şîdeta ku li kampan pêk tê, dewleta tirk tu ewlehiyê nagire û pişta xwe dane penaberan. Ligel hemû banga saziyê Elewî, ji bo penaberên Elewî kampek cuda nehatiye avakirin.

Rêxistinên Elewî di mijara penaberan de vala namîne. Bi taybet li Stenbol û Edeneyê penaberên Elewî li gel malbatan hatine bicihkirin. Hemû lêçûnên malbatên Elewî ji aliyê saziyên Elewî ve tê dayîn.