Li Kagithaneyê çar kes bi çekan hatin kuştin
Li Kagithaneyê çar kes bi çekan hatin kuştin
Li Kagithaneyê çar kes bi çekan hatin kuştin
Li navçeya Stenbol Kagithaneyê, hat ragihand duh bi şev çar kes bi çekan hatin kuştin.
Li gorî şahidan, bûyer saet di 03.00 de li Kolana Yucel a Taxa Gurselê rû da. Piştî ku ji avahiya du qatî dengê çekan hat bihîst, şêniyên taxê polîs û ekîbên tenduristiyê bi bûyerê hesandin.
Bi hatina ekîbên polîs û tenduristiyê re, li mala mijara gotinê cesedê sê kesên bi çekê hatine kuştin hatin dîtin û kesek jî bi giran birîndar bû û li nexweşaneyê jiyana xwe ji dest da. Hat ragihand ku kesên hatine kuştin Agah Demîr, Yasemî Demîr, Erkan Îhsan Engîn û Kubra Kalaci ne.
Detayên bûyerê hînê nayên zanîn û lêkolîna li ser bûyerê dewam dike.