Li Kadikoyê polîsan êrîşî çalakiya ji bo Gulmen û Ozakça kirin

Polîsan êrîşî çalakiya Meclîsên Na yên Stenbolê ya ji bo piştgirîkirina kedkarên perwerdehiyê Gulmen û Ozakça ku dixwestin li Qada Kalkedon a Kadikoyê lidar bixin, kir. Polîsên ku bi guleyên plastîk êrîşî girseyê kirin, 5 kes bi derbkirinê binçavkirin.

Polîs bê navber êrîşî çalakiyên piştgiriyê yên ji bo Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça ku bê hiqûqî ji kar hatibû derxisin û 76 roj bûn di greva biçîbûnê de û hatin binçavkirin û herî dawî jî hatin girtin, tên lidarxistin, dikin.

Piştî êrîşa polîsan a nobeda “Em jiyanê diparêzin” ku li Qada Beşîktaşê di xwest were lidarxistin kirin û şûnde, dîsa polîsan êrîşî çalakiya li Qada Balkedon a Kadkoyê ku Meclîsên Na yên Stenbolê dixwest lidar bixe kirin. Polîsên ku bi guleyên pilastîk ên bi toza bîberê hatî dagirin êrîşî girseya ku pankarta “Nûriye û Semîh ne bi tenê ne” kirin, 5 kes bi derbkirinê ve binçavkirin. Polîsên ku welatiyên ku bûyer bi telefonê dîmen dikişandin jî binçavkirin, gel li hember vê nerazîbûnên tund nîşandan. Dema ku polîsan dixwestin ciwanekê binçav bikin, welatiyên derdor rê nedan ku ciwan bê binçavkirin.