Li Kadikoyê bi hezaran kes ji bo betalkirina hilbijartinê meşiyan
Çalakiyên protestokirina encamên referandûmê di roja 7’emîn de, li Kadikoyê bi hezaran kes li hev kom bûn, bi meşên girseyî, bal kişandin ku encamên bi guman ên hilbijartinê nas nakin.
ANF
STENBOL
şemî, 22 avrêlê 2017, 19:44
Bi hezaran kesên bi dirûşma “Em te nakin serok” qîr kirin, diyar kirin ku heta Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) encamên referandûmê yên bê hiqûqî betal bike, wê qadan û kolanan neterikînin.
Bi hezaran kesên di pêşengtiya Meclîsa ‘NA’ yê de ji Operaya Sureyya ya Kadikoyê heta Qada Îstiklalê meşiyan, daxwaza betalkirina encamên referandûma bi hîle kirin. Girseya ku pankartên bi nivîsên “Referandûmê betal bikin”, “Ev hilbijartin ne meşrû ye. Na em biserketin” û “Ev hê destpêke wê têkoşîna me bidome” û dowîzên “Em te nakin serok”, “Na bi dawî nebûye, hê nû destpê dike” hilgirtin, bi yek dengî sirûda çaw bela gotin, li gel çepik û tilîliyan dirûşmên “Em te nakin serok” , “Kadikoy bêdeng nebe, xwedî li NA’yên xwe derkeve” ,“YSK wê hesab bide gel” û “Na bi dawî ne bûye, têkoşîn wê bidome” qîr kirin, peyama wê encamên bihîle yên hilbijartinê qebûl nekin.
‘EM HILBIJARTINA BI HÎLE QEBÛL NAKIN’
Li ser navê girseya ku li Qada Îstiklala Kadikoyê kom bibûn Ece Unsal daxuyanî xwend. Ûnsal destnîşan kir ku hilbijratina referandûma di bin siya Rewşa Awarte ya ku li ti deverên cîhanê evqas hatiye domandin ne meşrû ye, li gel sedan hîleyên ku hatin tezbîtkirin, wê weke ‘Hilbijatina bê mohr’ di dîroka demokrasiya Tirkiyeyê weke deqek reş cihê xwe bigire. Unsal diyar kir ku kampanyayên referandûmê heta dawî di nava şert û mercên ne wekhev de hatin kirin. Ûnsal got: “Wekîl, rojnamevan, nivîskar hatin girtin, bi hezaran akademîsyen û mamosta ji kar hatin dûrxistin. Ji bo sedan dezgeh û saziyên çapemeniyê qeyûm hatin wezîfedarkirin, nêzî sedan komele û rêxistinên civaka sivîl hatin girtin. Li qadan hema hema bêje ti cih nehate dayîna kampanyaya ‘NA’yê; hemû derfetên dewletê ketin di ximeta ‘Erê’ de. Tevî van hemû bêderfetiyan jî kolan bi kolan xebatên ‘NA’yê hatin kirin û ‘NA’ hate rêxistinkirin.”
Herî dawî Unsal diyar kir ku heta YSK vê bêhiqûqiyê rake û hilbijartinê betal bike wê çalakiyên protestoyê bidomînin , ji bo nobeda edaletê belav bikin her des vexwedin kolanan.