Li Kadikoya Stenbolê bi deh hezaran jin azadî xwestin
Li Kadikoya Stenbolê bi deh hezaran jin azadî xwestin
Li Kadikoya Stenbolê bi deh hezaran jin azadî xwestin
Li Kadîkoyê bi tevlêbûna 10 hezaran jin Mitînga 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê pêk hat. Jinan, di mitîngê de serdestiya zilam û polîtîkayên AKP'ê protesto kirin. Parlementera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel da zanîn ku jin pêvajoya ku Ocalan daye destpêkirin de bi israrin û wiha axivî: "Em jin ji nêz ve şopdarên vê pêvajoyê ne"
Mitînga di pêşengiya Platforma Jinên 8'ê Adarê Stenbolê pêk hat de, saziyên DOKH, SKM, rêxistinên sosyalîst femînist û kolektîf jî di navde bi giştî 30 rêxistinên jinan amede bûn. Piştî ku bi 8 zimanan silav hat dayin, metna ku ji aliyê Platforma 8'ê Adarê ya Stenbolê ve hat amedekirin bi kurdî û tirkî hat vexwendin. Metna çapemeniyê ji aliyê Ayşenur Kolîvar ve hat xwendin û Kolîvî da zanîn ku maqeqanûnên ku ji aliyê Wezîra Polîtîkayên Civakî û Malbatî Fatma Şahîn û hikûmeta AKP'ê ve hatine derxisitin, jin nayên parastin, malbat tên parastin û wiha axivî: "11 sal e ji ber polîtîkayên AKP'ê ku dijminê jinane dibe sedem ku her roj 5 jin ji aliyê zilaman ve tên qetilkirin. Wezîrên ku serdestiya zilaman diparêzin ji bo ku bêjin 'Vajîna' şerm dikin lê dema mijar tê ser sezeryanê nêrînên xwe tînin ziman û şerm nakin. Di vê serdemê de nîjatperestî çiqas diçe zêde dibe û tundiya ku pêk tê jî jinê hedef digire. Ji ber van pirsgirêkan jinêtrans mecbûr dimînin ku karê zayendî bikin. Jin ji bo karê bi ewlehî di çadirên berxwedanê de li hemberî patronên sermayeder serî ra dikin."
Kolîvar diyar kir ku ji ber şerê ku li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn çêdibe de jin bi fikarin û wiha got: " Jinên li Sûriyeyê bê parastin di cendereya şîdetê de û bi bin şert û mercên pir giran de li Hatay û Serêkaniyê dibin mexdûrê tacîz û tecawîzê. Şoreşa ku li Rojava tê jiyan kirin kurd û jin destkeftiyên mezin bi destxistine. Li hemberî destkeftiyên li Rojava divê ku em li hemberî êrîşan rawestin. Li hemberî şerê emperyalîstan em daxwaza xweya aştiyê diqîrin."
Piştî daxuyaniyê Parlamentera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel jî axivî û 8'ê Adarê li jinan pîroz kir. Tuncel, bang li Wezîra Polîtîkayên Civakî û Malbatî Fatma Şahîn kir ku roja 8'ê Adarê bibe rojeke fermî. Tuncel destnîşan kir ku ew bi şîara 'Ji Rosayan heta Sakîneyan Soza we Soza me ye, Riya we Riya me ye' daketine qadan û bivê sayeya têkoşîna jinên kurd û tirk hatine heta îro. Tuncel silav li jinên li girtîgehê jî kir. Bedelên herî mezin yên şer li Tirkiyeyê jin didin. Şer jin bo jinan tê wateya şer, girî û tecawîzê. Ji bo ku viya qebûl nakin em di aştiyê de israr dikin. Birêz Ocalan pêvajoyek nû destpêkir. Em weke jin dê şopdarê vê yekê bin." Tuncel herî dawî bal kişand ser qetilkirina sê jinên kurd û wiha got: " We sê jin qetilkirin lê belê îro bi milyonan têkoşîna Sakîne Cansiz bi rêve dibin. Ev qetliam ji bo çavtirsandina jinanbû. Em ne tirsandin hêrsa me zêde kir."