Li ÎZSU cinayeta kar

Li ÎZSU cinayeta kar

Li navçeya Bornova ya Îzmîrê, karkerên di tesîsa ava vexwarinê ya Midûriyeta Giştî ya ÎZSU de dixebitin, ji vîncê ketin, karkerekî jiyana xwe ji dest da karkerek jî birîndar bû.

Li Taxa Kavaklidere ya navçeya Bornova ya Îzmîrê, di înşaeta tesîsa aîdî Midûriyeta Giştî ya Rêveberiya Av û Kanalîsyonê ya Şaredariya Bajarê Mezin (ÎZSU) de, ji karkerên ji vîncê ketin Serkan Gultepe (32) jiyana xwe ji dest da, Alî Ekber Alaca (37) jî birîndar bû.

Hat ragihandin ku cenazeyê Gultepe ku ji bo otosiyê rakirin Saziya Tiba Edlî ya Îzmîrê, Alaca yê birîndar bû, rakirin Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Ege.