Li Îzmîrê Serokê AKP’a navçeyê bi çekê êrîşî HDP’yiyan kir
Li Îzmîrê Serokê AKP’a navçeyê jî di nav de gelek AKP’yiyan çek li HDP’yiyan kişandin. Polîsên hatin cihê bûyerê bi gaza îsotan êrîşî HDP’yiyan kirin.

Li dibistana Îmam Hatîp a Bayrakli ya li Taxa Emek a navçeya Bayrakli ya Îzmîrê dema dengdayînê Serokê AKP’a navçeyê û gelek AKP’yî hatin êrîşî HDP’yiyan kirin. Ji muşahidên HDP'yî re gotin, “Kartên we yên muşahidiyê derbas nabin”, xwestin kartan jêkin û çek li HDP’yiyan kişandin. Piştî hejmara HDP’yiyan zêde bû AKP’yiyan wesayîtên xwe hiştin û reviyan.
POLÎSAN JÎ ÊRÎŞ KIRIN
Polîsên hatin cihê bûyerê jî bi gaza îsotan êrîşî HDP’yiyan kirin. Di êrîşê de Serokê Rêxistina HDP’ê ya Bayrakli Cesîm Altindag û muxtarê Taxa Emek birîndar bûn.