Li Îzmîrê provaya kiryar nediyar!
Li Îzmîrê provaya kiryar nediyar!
Li Îzmîrê provaya kiryar nediyar!
Li Îzmîrê hin kesên nasnameya wan nediyar û bi çek xwestin Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê Cavît Ugur birevînin. Piştî mudaxeleya HDP’yiyan kom bi wesayîtê dûr ket.
Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê Cavît Ugur ê ji bo Ekrem Kaçaroglu yê di bûyerên li Taxa Doganlar bi giranî birîndar bibû çûbû Nexweşxaneya Zanîngeha Ege dema ji nexweşxaneyê derket rastî mudaxeleya komekê hat. Komê xwest Ugur birevîne.
GULE REŞANDİN
Endama Meclîsa Partiyê ya SYKP PM Sultan Eylem Keleş ku agahî dan ANF’ê wiha got:
"Em bi hevserokê me Cavît Ugur re 4 kes ji nexweşxaneyê derdiketin. Wesayîtek li pêşiya me rawestiya. Kesekî bi patika hevserokê me girt û xwest bixe wesayîtê. Di wesayîtê de 2-3 kes hebûn. Me bi destê wî girt û me xwest em wî rizgar bikin. Paşê me qîr kir. Hevalên me ji nexweşxaneyê hatin. Me hevserokê xwe rizgar kir. Paşê yek ji wesayîtê daket û nêzî 10 gule berdan hewayê û bi wesayîtê dûr ketin."
Keleş got ku koma bi çek gotine, ‘Em polîs in’ lê bawer nekirine.
Hevserok Ugur li nexweşxaneyê tê tedawîkirin.