Li Îzmîrê meşa li dijî taşeroniyê rastî astengiya polîsan hat
Li Îzmîrê meşa li dijî taşeroniyê rastî astengiya polîsan hat
Li Îzmîrê meşa li dijî taşeroniyê rastî astengiya polîsan hat
Endamên Şaxê Hejmara 2. a Îzmîrê ya DÎSK/GENEL Îş'ê, bi armanca şermezarkirina taşeroniyê xwestin bimeşin, lê belê rastî astengiya polîsan hatin.
Endamên Şaxê Hejmara 2. a Îzmîrê ya DÎSK/GENEL Îş'ê, bi armanca şermezarkirina taşeroniyê xwestin ji ber Şaredariya Bûcayê heta Meydana Çevîk Bîr a Bûcayê bi meşaleyan bimeşin. Lê belê bi hinceta, li dijî "Qanûna Civîn û Xwepêşandanê ye" polîsan destûr nedan meşa girseyê.
Li ser vê yekê nêzî 500 karker, kom bi kom hatin meydana Çevîk Bîr. Karkeran li vir pankarta bi nivîsa "Sîstema taşeroniyê koledarî ye, em ê rê nedin sîstema koledariyê. Bila sîstema taşron bê qedexekirin" daliqandin.
Serokê Şaxê Hejmara 2. a Îzmîrê ya DÎSK/GENEL Îş'ê Taner Şanli di daxuyaniya xwe ya li vir de nerazîbûn nîşanî biryara qedexekirina meşê da û got, "Eger îro karker nikaribin derkevin kolanan, hingî bila xwelî li ser rêveberên vî welatî be."
Nûnerê Herêma Egeyê ya DÎSK'ê Memîş Sari jî bal kişand ser tedbîrên tund ên polîsan û destnîşan kir ku dema ewlekariya jiyana karkeran dibe mijara gotinê, rayedar ewqasî tedbîrê nagirin. Piştî axaftinan sînevîzyoneke kurt a li ser berxwedana karkeran hat nîşandan.