Li Îzmîrê ji ber komkujiya Enqereyê jiyan rawestiya

Li ser banga DÎSK, KESK, TMMOB û TTB’ê ya ji bo şermezarkirina komkujiya li Enqereyê biryara grevê hat dayîn, li Îzmîrê bi deh hezaran kesên tevlî mîtîngê bûn xwestin berpirsyarên komkujiyê bên darizandin.

Li  ser banga DÎSK, KESK, TMMOB û TTB’ê ya ji bo şermezarkirina komkujiya li Enqereyê biryara grevê hat dayîn, li Îzmîrê bi deh hezaran kesên tevlî mîtîngê bûn xwestin berpirsyarên komkujiyê bên darizandin.

Biryara greva 2 rojan a DÎSK, KESK, TMMOB û TTB’ê ya ji bo protestokirina komkujiya li Enqereyê, li Îzmîrê rastî eleqeyeke zêde hat.

Karkerên îro neçûn kar, li ber kargehên xwe kom bûn û seferên otobusan sekinîn. Xwendekar neçûn dibistanan, li saziyên fermî jî ti kar nehat kirin. Kesên li ber kargehên xwe kom bûn li ber Gara Basmane hatin gel hev.

HDP, CHP, gelek partî û saziyên civakî jî piştgirî dan çalakiyê.

Di çalakiyê de ku çalakvanan kincên reş li xwe kirin, bi awayekî kortej meş bi dirûşmên, “Qatil, diz Erdogan”, “Dewleta qatil wê hesab bide”, “Qatilê Pirsûsê failê Enqere” destpê kir. Welatiyên li malên xwe jî bi alên reş ên bi xaniyên xwe vekirin û çepikan piştgirî dan meşê.

Meşa li pêşiya Gara Basmane destpê kir li Qada Gundogdû bi dawî bû. 25 hezar kes li Qada Gundogdûyê hatin gel hev, wêneyên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan vekirin û dirûşmên, “Qatil Erdogan” qîr kirin. Di çalakiyê de navê kesên hatine qetilkirin hate xwendin, welatiyan jî bi axaftina “Dijî” bersivandin. Çalakiya ku parlamenterên HDP û CHP jî tevlî bibûn, axaftina destpêkê Dayikên Aştiyê kir, Dayika Aştiyê Dayika Meryem ku di komkujiyê de wê jî jiyana xwe ji dest dabû, hate bibîranîn, gotin qatilan nas dikin û wê hesabê wê jî bipirsin.

Piştre jî ser navê DISK, KESK, TMMOB û TTB Melîh Yalçin daxuyaniya hevpar xwend û got ku li hember polîtîkayên şer ên AKP’ê hêzên aştiyê kom bibûn, desthilatiya ku naxwaze dengê bilind ê aştiyê bibîhîze Enqere di nav xwînê de hişt. Yalçin got, “Em kujeran nas dikin”, destnîşan kir ku AKP’e di desthilatiya xwe ya 13 salan de berpirsê gelek komkujiyan e.

Piştî daxuyaniyê, çalakvan ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane bi bîr bînîn, qernefîl danîn Kendava Îzmîrê.

...