Li Îzmîrê hejmara birîndaran gihişt 3’yan

Li Îzmîrê hejmara birîndaran gihişt 3’yan

Li Taxa Yamanlar a Îzmîrê polîsên li hember girseya bi armanca xwedîderketina berxwedana Kobanê derketin kolanan bi guleyên rastî êrîş kirin.

Li Taxa Doganlar a Bornova piştî Ekrem Kaçaroglu ji aliyê polîsan ve ji çavê xwe birîndar bû, du kesên din jî bi guleyên polîsan birîndar bûn.

Hat ragihandin ku li Taxa Yamanlar di encama êrîşa polîsan a bi guleyên rastî 2 kesên hê navê wan nehatiye zanîn birîndar bûn.